Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayi roja duşemê civîna çapemeniyê lidar xist û îdîa kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) binpêkirina agirbesta bi Îranê re, didomîne.
Berdevkê Îranî anî ziman ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê jî agirbestê binpê dikin û ji zêdebûna rageşiya li herêmê Washington û Tel Aviv weke berpirsyar nîşan da.
Bekayi diyar kir ku ew ê ji bo parastina ewlehiya neteweyî ya Îranê xwe ji avêtina hemû gavên pêwîst nedin paş û got, Tehran di vê qonaxê de têkildarî bernameya nukleer bi DYE’yê re ti hevdîtin pêk neaniye.
‘JI BO LIHEVKIRINÊ LI LUBNANÊ AGIRBEST PÊWÎST E’
Berdevkê Karên Derve ya Îranê destnîşan kir ku yek ji şertên sereke yê lihevkirineke muhtemel a bi Washingtonê re, li Lubnanê bicihanîna agirbestê ye.
WEZÎRÊ ÎSRAÎLÎ: AGIRBEST NÎNE, ŞER HEYE
Wezîrê Perwerdeyê yê Îsraîlê Yoav Kisch jî têkildarî rewşa li eniya bakur nirxandin kir û got, “Li bakur agirbest nîne, şer heye.”
Kisch di konferanseke ji aliyê Yedioth Ahronoth û Sapir College ve hate lidarxistin de axivî û bilêv kir ku Îsraîlê hîna li dijî Hamas, Hîzbûllah û Îranê serketineke teqez bi dest nexistiye.
Kisch ragihand ku hikûmeta Îsraîl ji bo Îran nebe xwedî çeka nukleer, bi biryar e û got, “Eger Emerîkî ji bo astengkirina vê yekê nekevin nava liv û tevgerê, pêkanîna vê wezîfeya me ye.”
LI DIJÎ LUBNANÊ BOMBEBARANA ZÊDE
Her wiha artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Başûrê Lubnanê domand. Balafirên şer ên Îsraîlê bombe li Kfar Tebnit û Arnun ên li herêma Nebatiye, li Hadatha ya Bint Cbeyl, li Marwaniye ya li nêzî Sayda û li Mecdel Zun a li herêma Sur barand.
Hat diyarkirin ku balafireke bêmirov a Îsraîlê êrîşî bajarokê Şehabiye yê li herêma Sur jî kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên hewayî yên Îsraîlê li ser banliyoyên başûr ên Beyrûtê û herêmên Chouf, Sayda û Zahrani di nava liv û tevgereke zêde ya hewayî de ye.
LI BEKAAYÊ BERMAHIYÊN FUZEYAN
Li aliyê din, hat ragihandin ku şeva yekşemê parçeyên fuzeyeke ku li asîmanê Raşaya teqiya, li nêzî qadên niştecihiyê yên li Samah a li herêma Bekaayê hatin dîtin.
Li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin, têkildarî ka fuze ayîdê kîjan alî ye, hîna daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.